Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin

Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Silopiya Şirnex di serdegirtina malan de 2 jê zarok 3 kes hatin binçavkirin. Şevê din derdora saet 03:00’an de tîmên taybet ên rûgirtî û gelek polîsan li Taxa Cûdî û Dîcleyê li ser malan de girt. Di serdegirtina malan de zarokên bi navê Mehmet Dansak (15), Murat Kuday (17) û welatiyê bi navê Mehmet Îrmez hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de hemû amûrên malan belav kirin û li mala Mehmet Îrmez hard dîska kompîterê jî hildan gel xwe. Malbata Mehmet Dansak li ser nêzîkatiya tîmên taybet nerazîbûnên xwe nîşan da. Dayika Mehmet Dansak, Azîme Dansak diyar kir ku dema derî lêxist û wê vekir bi dehan polîsan rûgirti ketin hundir û got: “Dema min derî ji wan re vekir ji me re gotin xwe biavêjin erdê, zarokên min hemû avêtin erdê û çek danîn ser serê me.” Hate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Polîsan a Silopiya.

Li aliyê din jî, pevçûnên duh piştî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kobanê ku li ser Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re pêk tên, destpê kirîn, heya derengiya şevê berdewam kir. Dema pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de li ser rêya dîrokê ya Îpekê berdewam dikir polîsan gulleyên rastîn bikar anîn û ev gulle li mala welatiekê ketin. Her wiha bombeyên gazê ku polîsan diavêtin li cama wesayîta welatiyekî ket û welatî li hember vê rewşê nerazîbûnên xwe nîşan da.

Çalakî, piştî ku ciwan li kolanan belav bûn bi dawî bû.