Li Silêmaniyê îxlalên mafan ên li hember rojnamevanan hate eşkerekirin

Navenda Parastina Mafê Rojnamevanan, rapora îxlalên mafan li Silêmaniyê eşkere kir. Li gorî vê; 6 rojnamevan hatine qetilkirin, 10 rojnamevan di bin çavan de ne û 206 rojnamevan jî hatine astengkirin.

Navenda Parastina Mafê Rojnamevanan (Metro) rapora xwe ya têkildarî êrîşên li ser rojnemevanan li Otela Rmada ya li Silêmaniyê şekere kir.

Rêveberê Navenda Metro yê Diyarî Hacî Mihemed axivî û diyar kir ku qanûnên li dijî kujerên rojnamegeran lewaze û wi hagot: "Kujerên rojnamegeran tên zanîn û ceza kirin lê, qanûn hene lewaz in."

Mihemed bal kişand li ser binpêkirinên li hemberî rojnamegeran û kenalan hatine kirin û wiha pêde çû; "Mixabin, di dema şopandina çalakiyan de li hemberî nûçegihanan binpêkirin hatine kirin, di heman demê de dezgehên ragihandinê hatine şewitandin. Fikar heye ku îsal jî em rû be rûyê heman dîmenan werin. Di sala 2017’an de rêjeya binpêkirinên li hember rojnamegeran zêdetir bûye.

BÎLANÇO

Endama Metro Aşna Reûf rapora têkildarî îxlalan xwed û ev agahî parvekir:

" 6 rojnameger hatine kuştin. 10 rojnameger hatine binçavkirin. 14 rojnameger di dema şopandina çalakiyên medenî de hatine birîndar kirin. Di dema şopandina şer de jî 10 rojnameger birîndar bûne. 206 rojnameger hatine astengkirin. 12 rewşên şkandina amêrên rojnamegeran hebûye. 25 rewşên desteserkirina alavên rojnamegeran hebû. 33 rojnameger bê biryara dadgehê hatine desteser kirin. 58 rewşên lêdan û êrîşan li hemberî rojnamegeran pêk hatiye. 18 rewşên gef xwarin. 2 rewşên gulebaran din. 8 rewşên şewitandina ofîsan. 7 rewşên rawestandina weşanê. Girtina ofîsan 5. Êrîşên elektironî 3."

LI DIJÎ DESTHILATÊ NERAZÎBÛN

Her wiha Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed ku beşdarî civîna çapemeniyê bibû axivî û wiha got: "Daneyên îro ji me re dibêje ku ev qanûnên ku hatine derxistin, ji aliyê desthilata bicihanînê ve pêk nayê. Bi qanûnên kevin nêzî rojnamegeran dibin, ditirsînin."

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî diyar kir ku li Iraqê cihê herî bi ewle ji bo rojnamegeran bajarê Silêmaniyê ye.