Li Serêkaniyê li dijî çeteyan çalakiya bi bandor

Li Serêkaniyê li dijî çeteyan çalakiya bi bandor

Hate ragihandin ku li rojavayê bajarê Serêkaniyê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî rû dan. Di encamê de 30 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Nûçegihana ANHA’yê ragihand ku şevê din şervanên YPG’ê li dijî baregehên çeteyên DAIŞ’ê di navbera gundên Dehma û El-Rawiye yên rojavayê bajarê Serêkaniyê çalakiyek lidar xistin.

Di encama çalakiyê de Girê Zînkat ji çeteyan hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin, wesayîteke çeteyan tevî çeteyên têde hate rûxandin.

Her wiha cenazeyê 20 çeteyan di destên şervanên YPG’ê de ne. Di çalakiyê de şervanên YPG’ê gelek cebilxane jî desteser kirin