Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û bi gel re civiya. Di ketina navçeyê de polîs û tîmên taybet bend li pêşiya HDP’ê danî û xwestin xebata hilbijartinê bê betalkirin.
Li gel hemû bendan Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û namzetên HDP’ê yên Rihayê xwe gihandin navçeyê. Piştî axaftina Temelî, polîsên xwe li çoşa gel negirt li buroya hilbijartinê ya li ser rêya Wêranşarê êrîşî gel kir.
Welatiyên nerazîbûn nîşanî êrîşan dan û bê navber dirûşme berzkirin. Di encama êrîşa polîsan de jinek ciwan û ciwanek hatin destgîrkirin.