Li gel HDP’ê gelek sazî û dezgehên piştgirî didin HDP’ê di pêşengtiya kesên ku tevnên civakî bikar tînin ku dixwazin Selahattîn Demîrtaş weke serokkomar hilbijêrin, li ser tevnên civakî hastaga bi navê ‘#SecmenKaydiniYaptinmi’ hatiye vekirin.
Hasthaga ku li ser tevnên civakî yên mîna Twîtter û Facebookê hatî vekirin, eleqeyek mezin hate nîşandan. Li ser wan hashtagan li ser hesabê fermî yê HDP Ewropa bi taybet ev bang li hilbijêrên Ewropa hate kirin:
“Li Ewropa rêjeyek mezin heye ku hê qeydên xwe yên hilbijartinê çênekirine. Ji bo 24’ê Hezîranê dengê xwe bidî HDP’ê û namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, qeydên xwe yên hilbijartinê kontrol bikin. Ji bo qeydê hilbijartinê roja dawî 12’ê Gulanê ye. Hashtag Sen #SecmenKaydiniYaptinmi?”
Hinek ji parvekirinên li ser tevnên civakî wiha ye:
@KCDKE1: Gelo te hê qeyda xwe çênekiriye?Roja herî dawî 12’ê Gulanê ye! dengek dikare kesekî ji desthilatê daxîne, qeyda xwe çêbike, xwedî li vîna xwe derkeve!
@AvEGKon: ji bo jiyaneke demokratîkî, aştî û biratiyê, biçe qeyda xwe çêbike, ji dîktatoriyê re bêje rawest e!
@HDK_Nederland: ji bo rojên xweş ên siberojê #SeçmenKaydınıYaptınmı, ji bîr neke roja dawî 12’ê Gualnê ye!
@komunal_1: Tu jî dixwazî canan rizgar bikî, dengek jî dikare canan rizgar bike ji bo wê #SecmenKaydiniYaptinmi yapınız!
@BekiePolat: Mohra we dikare qesrekê hilweşîne.
@Emreyus21: #SecmenKaydiniYaptinmi, eger ku te qeyda xwe nekiribe, bike û kesên derdorî xwe ji bo qeyda xwe çêbike hişyar bike.
@ameddicleT: Ji bîr nekin qeydên xwe yên hilbijartinê çêbikin, dengê xwe bikar bînin û biparêzin. Hûn jî sîleyekê li hişmendiya DAIŞ’ê bidin.
@kanli_kalem_: Destpêkê canê we dizîn piştre jî vîna we, ji bo niha jî dengê we nedize #SecmenKaydiniYaptinmi
@ozIem_hdp: Pir girîng e, divê her kes qeydên xwe yên hilbijartinê kontrol bike, eger qeydên we nebin hûn nikarin deng bikar bînin, roja herî dawî 12’ê Gulanê ye.
@hypatiacan: #SecmenKaydiniYaptinmi? Er ê min çêkir û li navnîşana lê em, ji derveyî min 2 kes dixuyên,min ew jî jêbirin.
@21BIRO: koka min li Amedê ye, ez li Stenbolê me. Lê ez li aliyê din ê dinê bim jî ez ê biçim dengê xwe bikar bînim. Soza min ji bo hevrêyên min ên di mîtînga Amedê de şehîd bibûn hene, divê tenê dengek jî vala neçe.
@yuksel_koc_: Divê hilbijêrên Kurdistanî û demokrat vê yekê baş bizanibin ku her navê ku neyê qeydkirin, xizmetê ji bloka cêwî ya faşîzmê re dike. Ji bo qeydkirina navan 5 roj mane.
@Berxwed34214708: Ji bo bibin xwedî mohrekê biçin xwe qeyd bikin.Hê jî #SecmenKaydiniYaptinmi ? roja dawî 12’ê Gulanê ye.