Bi taybetî di rojeva gelê kurd de, bi giştî jî di rojeva Rojhilata Navîn de bûyerên gelekî girîng diqewimin. Lê ez dixwazim li ser mijarekê ku di rojevê de zêde cih nagire binivîsim. Ji ber ku di rojeva min de gelekî cih digire. Ew jî ew e, bandora zimanên din an jî bandora zimanê tirkî ya li ser zimanê kurdî ye.
Bi giştî çapemeniya me bi tercume û wergerê karê xwe dimeşîne. Her tişt heta astekê kêrhatî ye, lê dema ji sînorê xwe bihurî yan jî ji hedê xwe derbas bû, êdî kêrhatî nabe, berevajî bêkêr dibe û zirarê dide. Werger jî heta astekê kêrhatî ye, lê rêjeya wê zêde bibe, êdî zirarê dide. Ji ber ku Kurdistan di warê maddî û manewî de hatiye dagirkirin, aşê asîmîlasyonê xurt digere. Ewqasî xurt û bihêz digere, em gelek caran wekî qirkirinê jî bi nav dikin û ev bi navkirin jî di cih de ye. Em hinek kêm û hinek jî zêde para xwe ji vê helandinê digirin.
Xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji her demê zêdetir bûye û ev cihê kêfxweşiyê ye. Lê cihê xemê ye, kurdiya tê bi karanîn gelek deformebûyî ye. Mebesta min ji vê gotinê ew e, di hevoksaziya kurdî de pirsgirêk heye. Dema hevok têne danîn, ne li gorî kurdî, lê bêhtir li gorî tirkî têne danîn. Ev jî dibe sedem ku yên bi rastî bi kurdî mezinbûne, ji hevokan fêhm nekin. Ya din jî gelek gotin an şaş têne bi karanîn an jî lihevçêkirî ne. Bêguman ez ê hinek nimûne û mînakan bidim.
Ev mijareke gelekî berfireh e, û berê jî min dûvdirêj li ser nivîsî ye. Lê ez ê niha ji bo merama xwe bi tenê çend mînakan bidim. Çend roj berê min li bernameyeke televîzyonê temaşe û guhdarî dikir. Mêvanê bernameyê digot me kurdan ji zû ve bingehê xwe avêtî ye. Bi qasî ku ez zanim kurd bingeh û hîm datînin. Lê di zimanê tirkî de tê avêtin. Beşekî kurd ji bo Destûra Bingehîn gotina makeqanûn bi kar tînin. Li vir ne bi tenê pirsgirêkek çend pirsgirêk bi hev re hene. Yek, ev gotin ji tirkî hatiye tercumekirin û şaş hatiye wergerandin. Ji Anayasaya tirkî hatiye tercume kirin. Tirkan berî vê gotinê Qanûnî Esasiye bi kar dianîn. Li vir Ana bi maneya Esas e, ne bi maneya Anne ye. Dîsa bi qasî ku ez zanim gotina zagon ji Rûsî derbasî kurdî bûye û temenê wê yê di nava kurdî de gelekî biçûk e. Gotina qanûnê gotineke Mezopotamyayî û gelekî kevn e. Her çiqasî ji bo gotina qanûnê grekî jî bê gotin, ez gotinên bi vî rengî malê her kesî dibînim. Gotina Destûrê gotineke kevn e, û bi awayekî belav tê bi karanîn û hewce nake mirov kurdî ji hev dûr bixe. Di van rojan de gotina pevçûnê gelekî tê bi karanîn, lê mixabin şaş tê bi karanîn. Her kesê bi kurdî mezinbûyî baş zane ku pevçûn bi maneya bi hev ketinê ye.
Tu li nûçeyan temaşe dike, dibêjin, pevçûnên li Sûriyeyê dewam dikin hey malneket ma li Sûriyeyê şer heye yan jî pevçûn. Hinekî zehmet bike û ji diya xwe bipirse. Hînê gelek mînakên din hene, mirov balê bikişîne ser, lê cihê ji nivîsa min re hatiye veqetandin tijî dibe. Min tenê xwest careke din balê bikişînim ser girîngiya rewşê û bibêjim, divê mirov li ser qalib û formên kurdî bisekine û girîngiyê bidiyê. Naxwe em ê bibin ew kesên, bi gotinên kurdî, lê bi qalibên tirkî diaxivin.
Çavkanî: Azadiya Welat