Li ser derewa Dewleta Serbixwe – Analîz

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Kasim Engîn diyar kir, hêzên ku tevlî yekîtiya neteweyî nabin, ne mumkun e ku karibin serxwebûnê biparêzin.

Heke em bi peyvekê dewletê bidin naskirin, em dikarin bibêjin ku avadaniya herî qirêj e ya ku bi destê mirovan hatiye çêkirin. Dewlet hatiye ava kirin. Armanca wê jî mêtingeriyê li ser mirov û civak û gelan bike. Keda wan bidize. Îradeya wan bişkîne. Kesayetiya wan winda bike. Mirovan bike koleyên xwe.

Em ê nikaribin di vê gotarê de bi berfirehî qala dewletê bikin. Lê divê em diyar bikin ku ji bo ku avadaniyeke wisa qirêj karibe li ser lingan bimîne, hemû metodên restorekirinê hatine kirin. Dewlet ji bo ku xwe bi civakan bide qebûlkirin, her tişt ceribandiye. Yek ji çeka ku qebûl kirinê jî hiqûq e. Wê ne şaş be ku mirov bibêje hiqûq ji bo parastina mekanîzmayên mêtingeriya dewletê ne. Dewlet a ku avadaniyeke qirêj e, bi van tedbîrên wisa, xwe heta îro parastiye.

Ligel ku wisa ye jî dewlet pîroz tên dîtin û tê gotin ku dewlet serbixwe ne. Avadaniyên wisa ji ber xwezaya xwe nikarin bibin serbixwe. Bi xwînê li ser lingan in.

Em werin ser mijara xwe, gelo kîjan dewlet serbixwe ye?

Îroj di cîhana me de dewleta herî bi bandor Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Çîn û Rûsya ye. Dîsa wê ne şaş be ku mirov Elmanya, Japonya û Fransayê têxe vê kategoriyê.

Em di nîqaşên Neteweyên Yekbûyî (NY) de dibînin ku DYA hêzeke çawa bi bandor e. Herî dawîn me di hevdîtinên NATO, G-8, G-20’î de dît. Bi ser de DYA li Rojhilata Navîn ji xwe re dibêje ez hêzeke super im.  Wê hêza super her roj li ber hêzekê digere. Yeko yeko têkiliyê bi çeteyan re datîne û ji bo ku çend çeteyan bikşîne ba xwe, gelekî hewl dide. Ji bo ku hin eşîran bikişîne ba xwe jî, gelekî hewl dide. Em dibînin ku di hevdîtinên Cenevre û Astanayê de pêdiviya wan bi çeteyan heye û tê dîtin ku vê Hêza Super ne serbixwe ne.

Gelo Rûsya gelekî cihê ye? Rûsya ji bo ku karibe Sûriyeyê li ser piyan bihêle dibe mûxatabê hemû çeteyan û li Astanayê diçe ber lingên wan. Bi ser de ji aloziya bi Erdogan re yê ku balefirên wî xistin jî kêm bike, em dibînin ku çi û çi dike.

Gelo Elmanya û Fransa gelekî cihê ye? Li ber Erdoganê dîktator stûyê xwe xwar dikin. Gelo ma tu eleqeya vî tiştî bi feraseta dewleta serbixwe heye? Ligel ewqas heqaretan dixwazin Erdogan sakîn bikin. Li hemberî betalkirina Gaza Serayê ya DYA’yê me dît ku Merkel kete çi halî!

Bi kurtasî dewlet ne serbixwe ne. Dewlet ji ber xwezaya xwe girêdayî hin tiştan in. Avadaniyeke ku gelek sûc kirine gelo dikare li ser lingan bimîne? Gelo dikare serbixwe be?

Ji bo serbixwebûnê divê berê hest, fikr û raman serbixwe be. Heke hest serbixwe be, nehêle kes pêkutiyê li ser wî/wê bike, mirov dikare li wê derê qala kesayetiyeke serbixwe bike. Yan jî fikr bêyî ku xwe bispêre kesên din karibe li ser piyan bimîne, mirov dikare li wê derê qala kesayetiyeke azad û serbixwe bike.

Divê em bizanibin ku kesên ne wisa ne, çiqasî hêza wan hebe jî nikarin serbixwe bijîn. Heke dewletan ava bikin jî wê dewleta wan ne serbixwe be.

Îro li Kurdistanê hinek kes dibêjin avakirina dewletê wê ji bo Kurdan gelekî baş be. Dewlet bi xwe avadaniyeke ne bi xêr e. Dewlet bixwe pêkutiyê dike.

Sermesele ma îro li Kurdistanê rêxistin û avadaniyên zilmkar tune ne? Hene. Li Başûrê Kurdistanê Behdînanê rojnamevanên ku li gorî berjewendiyên malbata Barzanî tevnagerin tên girtin û qetilkirin. Akademîsyenên ku Barzanî rexne dikin, tên lînçkirin. Li başûr kesên ji bakur hatine û nêzî HDP’ê ne, tên vederkirin. Kesên ku van tiştan dikin, heke dewletekê ava bikin gelo wê çi nekin. Îro jî Behdînan ji bo mûxalîfan bûye zindaneke mezin, gelo siberoj hêza dewletê têxin destê xwe, wê çi bikin? Kesên ku dixwazin van tiştan bizanibin dikarin ji tevgera Goran û ji gelek televîzyonên fikrên cihê bipirsin.

Heke hêza dewletê têxin destê xwe, çawa ku Erdogan-Bahçelî pêkutiyê li ser Kurd û mûxalîfên Tirkiyeyê dikin, heman tiştî wê hikumdarên Behdînanê jî bikin.

Gelo dewleta van kesan wê çi qasî serbixwe be? Yên ku bêyî Erdogan nikarin bijîn, bi wî re radibin û bi wî re rûdinin, wê dewleta wan çiqasî serbixwe be? Yên tevlî yekîtiya neteweyî nabin û li gorî dewletên serbixwe tevdigerin, gelo wê çiqasî serbixwe bin?

Gelo hemû avadaniyên li cîhanê dijîn li hemberî vê serbixwebûnê bin û her kes tehdîdan dike, wê ev dewlet çiqasî serbixwe be û wê çiqasî karibe li ser lingan bimîne?

Gelo yên ku ji bo çekan ji kesan bistîne her roj li ber wan digerin, yên ku bi êrîşeke biçûk Hewlêrê terk dikin, yên Behdînan berdan û di Enfalê  de gel bêparastin hiştin, di 1975’an de gotin Aşbetal û çûn Îranê, yên her carê hema alîkariyê dixwazin gelo wê karibin dewletekê ava bikin?

Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku dewleta serbixwe hamaset  e, xîtabî hestên mirovan dike û xapandinek e.

Li Rojhilata Navîn herî zêde Erdogan qala dewleta serbixwe, mezin dike. Lê îro her kes dizane ku Erdogan her dera Tirkiyeyê firotiye û ji bo firotina zêde her tiştî dike.

Xwefirotin û şelafî ji kîngê ve ye bûye serbixwebûn?