Li Şengal çalakiya sabotajê
Li Şengal çalakiya sabotajê
Li Şengal çalakiya sabotajê
Gerîlayên HPG’ê li gundê Gabarê yê girêdayî Şengalê de li hemberî çeteyên DAIŞ çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de wesayîteke aîdî çeteyan hat hedefgirtin û hat îmhakirin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku 15’ê Cotmehê gerîlayên HPG’ê li gundê Gabarê yê girêdayî Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ çalakiyek sabotajê pêk anîn. NÇR-HPG’ê diyar kir di çalakiyê de wesayîteke çeteyan hatiye hedefgirtin û ev wesayît hatiye îmhakirin. NÇR-HPG’ê da xuyakirin ku di encama çalakiyê de gelek çete hatine kuştin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.