Hunermendê Kurd Mazlûm Dora hate berdan
Hunermendê Kurd Mazlûm Dora ku ji sala 2021'ê û vir ve li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê girtî bû, vê sibehê hate berdan.
Hunermendê Kurd Mazlûm Dora ku ji sala 2021'ê û vir ve li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê girtî bû, vê sibehê hate berdan.
Bi dehan welatparêz serê sibehê li ber girtîgehê li hev kom bûn û bi kulîlk, çepik û dirûşman Dora pêşwazî kirin.
Piştî berdanê bi konvoyeke ji wesayitan hunermend birin Komeleya Çanda Kurd a Stûttgartê.
Li komeleyê jî Dora ji aliyê girseya gel ve hate pêşwazîrkirin. Hunermend Dora axaftineke kurt kir, spasiya her kesî kir ku ew bi tenê nehiştin û got, "Ev piştevanî nîşaneya herî bedew a ruhê yekîtiyê yê gelê me ye."
Berdana Mazlûm Dora di serî de li Elmanyayê li nava civaka Kurd a li Ewropayê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.