BI DÎMEN

Aliyekî geliyê Godernê bihar e, aliyê din jî talan e!

Li Geliyê Godernê ku bi Bendava Sîlvanê re wê di binê avê de bimîne, li gel xisara lê hatiye kirin jî dar bişkivîn. Li aliyekî kepçe, li aliyê din jî dengê çivîkan. Dîmenên dawî yên Geliyê Godernê.

GELIYÊ GODERNÊ

Geliyê Godernê ku di navbera navçeyên Pasûr, Licê û Hezro yên Amedê de ye, ji ber Bendava Sîlvanê ku di çarçoveya Projeya Guneydogû Anadolû (GAP) de hatiye avakirin, roj bi roj ji holê radibe. Bi bendavê re ku çêkirina wê sala 2009'an destpê kir, ev geliyê bê hempa û nêzî 50 gundên lê, wê di binê avê de bimînin. Bendava ku hatiye plankirin di nava 5 salan de dest bi kar bike, wê li herêmê avhewayê biguherîne.

Geliyê Godernê ji Serdema Neolîtîkê heta bi vê serdemê ji mîrateyeke dîrokî û dewlemend re malovaniyê dike. Şikeft, çem, dêrên ji tehtan, bermahiyên ji qesr û kelehên Merwaniyan, teht û gorên ji ber erdhejê yên li herêmên Hevika, Kanika û Kelê yên Geliyê Godernê ji aliyê hişê civakî û herêmî ve gelekî girîng e. Gelî di heman demê de qada gelek cûre giha û zindiyên kêmdîtî ne. Her wiha li ser rêgeha koçkirinê ya çivîkan e, ji bo gelek cûre çivîkan cihê bêhnvedanê ye, cihê zêdebûnê ye. Bi bendavê re ev qada ji jiyana xwezayî wê di nava avê de bimîne.

Ji ber înşaeta bendavê bi hezaran darên li herêmê hatin birîn, pira ji kevir a dîrokî û gelek avahiyên li derdorê ji ber teqînên dînamîtan xisar dîtin. Çandiniya gundiyan tê astengkirin û xisara ekolojîk her roj zêde dibe. Li qada ku pir lê ye, beton hate rijandin û welê li gelî hatiye ku nema tê naskirin. Wêneyê dawî yê li herêmê xisara li gelî radixe pêş çavan. Li aliyekî gelî talan heye, li aliyê din jî bi germbûna hewayê re gelek kulîlkên cuda bişkivîn, gelî xemilandin. Şêniyên ku serdana gelî kirin, nerazîbûn nîşanî xisara li gelî dan.