Li Marmarayê cezayê hucreyê dan girtiyan
Hat ragihandin ku bi hinceta parçeyên mêx û têl ku li qadên bêhndanê ya li Girtîgeha Marmarayê hatine dîtin, cezayên hucreyê dane girtiyan.
Hat ragihandin ku bi hinceta parçeyên mêx û têl ku li qadên bêhndanê ya li Girtîgeha Marmarayê hatine dîtin, cezayên hucreyê dane girtiyan.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di 22 û 24’ê Nîsanê de bi ser hucreya ku girtiyên bi navê Unal Yîgît, Dûrsun Er û Celal Punar ên li Girtîgeha Girtî ya Marmarayê tên ragirtin de, hatiye girtin.
Cismên wekî mêx û parçeyên têlan ku tê texmînkirin bi rêya teyrên qijik ketine cihê bêhndanê, bûn mijara prosedura dîsîplînê.
Ji bo girtiyan bi îdiaya ku wê bi van cîsman êrîşî gardiyanan bikin 2 cezayê hucreyê yê 12 rojan hate dayîn.
Di serdegirtina gardiyanan de jî hate hînbûn ku dosyeyên dadgehê, parastin, helbest û berhemên din ên wêjeyî yên girtiyan bi hinceta "motîvasyona rêxistinî çêdikin" hatine desteserkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku nameyên ji girtiyan re tên şandin jî nayên dayîn.