Li Saarbruckenê ji bo hilbijartinê stand hate vekirin
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê Kurdistaniyan ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê de standa agahdarkirinê vekirin.

Stand ji aliyê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk ji bo agahdarkirina raya giştî ya Elmanyayê hate vekirin.
Ji hilbijêrên ku qeyda wan tuneye re hate gotin ku divê heta 12’ê Gulanê qeyda xwe çêbikin.
Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk Dexîl Îbrahîm di standê de axivî û got, “Ji bo ku em karibin faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin, derfetek ketiye destê hêzên demokrasiyê. Divê her kes li dora HDP’ê bibin xeleq.”