Li Rûsyayê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê

Kudistaniyên li Rûsyayê salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê bi bernameyên cuda pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê salvgera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê li Novaaleksandrovê û  Mîçhurînskê bi bernamên cuda pîroz kirin. Li bernameyan gelek Kurdistanî hazir bûn, di bernameyê de 15’ê Tebaxê hate slavkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

NOVOALEKSANDROV

Li navçeya Novaaleksandrovê ya bajarê Stavrapolê bernameyek hate çêkirin û ji navçeyên derdorê gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Bername ji hêla Otonomiya Çanda Kurd a Satavrapolê ve hate amadekirin, bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Hevseroka Otonomiyê Nazê Bozoyeva di bernameyê de axivî û got: ‘’15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî zehf girîng e. Em di vê rojê de Serfermandar Egîd û hevrêyên wî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Wan nîşanî me dan ku divê têkoşîn çawa be. Îro li beşên cihê yên Kurdistanê şervanên di rêça Egîd de Kurdistanê ava dikin û ji bo azadiyê têdikoşin. Her Kurd divê Pêngava 15’ê Tebaxê baş bixwîne û baş jê serwext bibe. Heke em jê serwext nebin bê ka ev roj ji bo tê çi maneyê em ê nizanibin bê ka em ji bo çi têdikoşin. Em heke vê fêhm bikin em ê bikaribin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin.’’

Bername piştî axaftinan bi stranên Sîpan Xelat, Mehmet Rustemov, Hasan Mamedov, Roj Azad û Davîd Odî berdewam kir.

MÎÇHURÎNSK

Li Mîçhûrînkê ya Saratovê jî bernameyek ji bo 15’ê Tebaxê hate çêkirin. Di bernameyê de gelek Kurdistanî hazir bûn û sînevizyonek a bi naveroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hate nîşandan.

Bername li Hêwana Çandê ya Mîçhurînskê hate kirin, di bernameyê de gelek rêveberên sazî û dezgehên Kurd ên li bajarên Tambovê hazir bûn. Di beşê pêşî yê bernameyê de derbarê girîng û maneya rojê axaftin hatin kirin.

Piştre hunermen Grîşa Amoyev û Ferman Patîyev hatin ser dike. Li ber stranên wan govend hatin gerandin.