Li Rûsyayê li bajarê Saratovê konferansa avakirinê

Kurdên li navçeya Erşovê ya bajarê Saratovê ya Rûsyayê xebatên xwe yên rêxistinkirinê didomînin. Kurdan li vê derê konferansek li dar xistin û komîte ava kirin.

Di 20’ê Tebaxa 2017’an de Kurdên  li navçeya Erşovê ya bajarê Saratovê ya Rûsyayê di çarçoveya xebatên rêxistinkirinê de konferansek li dar xistin. Ji 5 herêman 40 delege beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de gelek nûnerên saziyên Rûsyayê û Kurd beşdar bûn.

Nûnerê KCK’ê yê Rûsyayê Adil Cotkar di destpêka konferansê de axivî. Cotkar di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku gelê Kurd tecrîdê qebûl nake.
Di konferansê de delegeyan rewşa Kurd û Kurdistanê, deskeftiyên wan û xetereyên li pêşiya destkeftiyan nîqaş kirin û êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê, Rojava û provakasyona li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

HILBIJARTIN Û KOMÎTE

Di çarçoveya konferansa avakirina meclîsa damezirîner a otonomiya Neteweyî û Çandî ya Kurdan de Gulîzar Yûsûboya û Îsa Ûsmanov ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Di heman demê de 11 endam jî ji bo rêveberiya otonomiyê hatin hilbijartin û 5 komîte hatin avakirin.

Ev komîte jî wisa ne: Komîteya çand, ciwan û sporê, komîteya jinan, komîteya têkiliyên civakî, komîteya têkiliyên bi derve re, komîteya ekonomî û fînansê.