Li Rûsyayê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê salvegera 15’ê Sibatê, Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li Komara Xweser a Adîgeyê ya Federasyona Rûsyayê Kurdistaniyan li bajarê Saratov û Nîaleksandirvkiyê komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Adîgeyê hatin cem hev û Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Li ser navê Otonomiya Navenda Çanda Kurd a Adigeyê Hevserok Nazê Broyeva axivî û goot, ‘’Li ser rêbertiya me ku hêviya azadiya me ye, tecrîda di nav tecrîdê de heye. Ne tenê Kurd divê hemû gel ji bo azadiya Ocalan werin cem hev. Azadiya Ocaaln azadiya me ye.’’

Endamê KNK’ê yê Rûsyayê Feyzo Hûseyîn axivî û got, ‘’Rêbertiya me ev 19 sal in di nav şertên giran de li zindana Îmraliyê bi tena serê xwe bi têkoşîn û vîna xwe rêya me ronî kir. Kurd li her deverê divê ji bo azadiya Ocalan têkoşînê geş bikin.’’

SARATOV

Li Saratovê Kurd bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Li ser navê Otonomiyê Yahûb Hamîdov axivî û got, ‘’15’ê Sibatê ji bo Kurdan rojeke reş e. Bi komployeke ku di cihanê de mînaka wê nîn e Rêbertiya me radestî dewleta Tirk a faşîst kirin. Kurd dewletên di nav vê komployê de nas dikin û ti caran wan efû nakin.’’

NOVÎALEKSANDROVSKÎ

Li Novîaleksandrovskiyê jî Kurdistaniyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd Huseyîn Çerkez axivî û got, ‘’Kurd êdî dizanin bê ka dewleta Tirk çiye. Kurd bi rengekî xurtir têdikoşin. Ji niha û pê de jî ji bo azadiya Rêbertiya me divê em têbikoşin.’’