Li Rûsyayê bi mijarê DAIŞ’ê civîna maseya girover

Li Rûsyayê bi mijarê DAIŞ’ê civîna maseya girover

Rojnameya “Rarlamentskaya Gazeta” ya ku girêdayî parlamena Rûsya ye. Bi mijara “Pirsgirêka DAIŞ li Iraqê û Sûriyeyê” civînek maseya girover li dar xist. Di civînê de nerîn derket ku pêwîst e Rûsya li heremê giraniya xwe deyne holê.

Li paytexta Rûsyayê Moskowa îro danê nîvro di seat 12:00’an de li avahiya rojnameya “Rarlamentskaya Gazeta” ya ku girêdayî Parlamena Rûsyaye civînek girover hat lidarxistin di civînê de li gel pispor, Rojhilatzan û Îslamzanên Rûs Serokê Yekîtiya Navnetewî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd Mêrab Şemoyev, Nunerê Partiya Yekîtiya Demokrat li Rûsyayê Abd Selam Elî û Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev amade bûn.

Serokê Yekîtiya Navnetewî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd Mêrab Şemoyev di nirxandinê xwe de, li ser rewşa li Rojava û Başûrê Kurdistanê sekinî. Bi taybetî jî ew kiryarên DAIŞ yên li dijî gelê Kurd dide meşandin û got: “Bangawaziya me ji dewleta Rûsyayê re ew e ku xwe ji heremê dûr nexe û piştgirî bide gelê Kurd. Sibê wê DAIŞ bibe belaya serê Rûsyayê jî. Jixwe hedefa wan a Kafkasya û komerên Misliman lê dijîn  tên zanîn.”

Nunerê Partiya Yekîtiya Demokrat li Rûsyayê Abd Selam Elî jî li ser avakirina DAIŞ’ê axifî û got: “DAIŞ’ê û ev hêz bi çi armancê hatiye rêxistinkirin û ji bo çi tê bikaranîn. Sedemên avabûna DAIŞ’ê êrîşa Amerîka ya li dijî Iraqê ye. Di wê demê de Sunniyên aligirên Saddam hatin piştguhkirin. Ji ber vê yekê bingeheke rêxistineke wek DAIŞ hat avêtin. Wek tê zanîn gelek serleşkerê rejîma Baas a Iraqê di rêveberiya DAIŞ’ê de cihê xwe digrin.”

Di heman civînê de Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev jî axifî got: “Armanca hêzên navneteweyî ew bû ku; ji xwe re hinceteke mudexeleya Sûriyeyê bibînin. Ji bo vê jî serî li hin plan û projeyan dan. Piştî ku nikarîbûn Rûsya îqna bikin ku dev ji Sûriyeyê berde wek alternatîf pêk anîna qetlîama DAIŞ’ê li dijî Kurdên li Sûriyeyê kirin rojevê. Hewl dan qetlîamê li Kobanê pêk bînin. Lê piştî ew plan têk çû pêwîstî dîtin ku DAIŞ’ê hîn xurttir bikin û berê wê dan Mûsilê. DAIŞ li wir alavên leşkerî û îmkanên madî ve xwe xurtkirin. Qetlîamek li ser Kurdên Êzidî jî pêk anîn û berê DAIŞ’ê carek din dan kantona Kobanê. Ji bo li vir qetlîama hîn mezintir pêk bînin. Sedema vê jî ew e ku ji bo raya giştî mudexeleya Sûrî meşrû bikin.” 

Li ser pirsa rojnamevanan a Rûsya divê di vê mijarê de çi bike? Pêwîst e ku Rûsya bikeve koalîsyona ku Amerîka ava kir  an na? Bi giranî nêrîn derket ku pêwîst e dewleta Rûsya di vê mijarê de giraniya xwe derxe holê.