Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê lehî: 7 mirî - HAT NÛKIRIN

Li bajarên Îlam û Loristan ên Rojhilatê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Li gor agahiyên hatin wergirtin 6 kesan jiyana xwe ji dest dan kesek jî winda ye.

Li bajarên Îlam û Loristan ên Rojhilatê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Li gor agahiyên hatin wergirtin 6 kesan jiyana xwe ji dest dan kesek jî winda ye.

Rayedarên Îranê diyar kirin ku nêzî 40 bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê ji lehiya duh bandor bûne. Di nav wan bajaran de Tebrîz, Îlam, Sine, Kirmanşah, Kehlûlûye, Biwêrehmed, Hemedan, Loristan û Xozistan hene.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber lehiyê li Loristan 3, li Îlam 3 kesan jiyana xwe ji dest dane kesek jî winda ye.

Ji ber barana zêde nêzî 20 hezar mal û hezar wesayît zerar dîtin. 

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ZAROKEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Hat ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê navçeyên Kifrî, Xaneqîn, Kelar, Xurmatû û bajarê Kerkukê karesata lehiyê rû daye û  ji ber lehiyê zarokekî jiyana xwe ji dest daye. Bi dehan mal di bin avê de mane.