Li rîngê ‘Kobanêya Azad’
Li rîngê ‘Kobanêya Azad’
Li rîngê ‘Kobanêya Azad’
Boksorê bi nav û deng Kabîr Bassîrî, bi tîşortê “Kurdistana Azad, Kobanêya Azad” derket maça şampiyoneya ya Kîck Boks.
Boksorê Arnavut Kabîr Bassîrî, bi tîşortê ku rojên buhrî di maça şampiyonaya Kîck Boks de bal kişand ser xwe. Bassîrî bi tîşortê ,“Free Kobanê, free Kurdistan” (Kobanêya Azad, Kurdistana Azad) derket rîngê pozê şampiyontiyê jî bi vî tîşortî da.
Bassîrî yê piştî maçê axivî got, “Li Kobanê Kurd ku bêyî tu alîkariyê ji cîhanê bigirin li hember çeteyên DAIŞ şer dikin ez bandor kirim. Min xwest ez li rex wan bim hema nebe ji bo dengê wan bidim bihîstin min rêyek wer hilbijart.”
Bassîrî got ku wê di Şampiyonaya Ewropa ya Kîck Boks a 22’ê Mijdarê de jî bi heman tîşortî beşdar bibe.