Li Riha, Amed û Êlihê xebatên hilbijartinê didomin
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomin. Li Amed,Riha û Êlihê namzetên HDP’ê serdana dikandar û gundan kir.
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê didomin. Li Amed,Riha û Êlihê namzetên HDP’ê serdana dikandar û gundan kir.
Namzetên HDP’ê yên Rihayê û rêxistina bajar a HDP’ê li navçeya Curnê Reş yê Rihayê bi merasîmeke girseyî buroya hilbijartinê vekir. HDP’yî li navçeyê bi nîşaneyên serketinê hatin pêşwazî kirin. Gel namzetên HDP’ê Nûsrettîn Maçîn, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Meral Balter, Yûsûf Yetîm, Şerîf Bendaş, Îsmaîl Tellî, Roza Yazmaci, Bişar Tuysuz li pêşiya ketina navçeya Curnê Reş pêşwazî kirin. Piştî gerandina govendê buroya hilbijartinê hate vekirin.
Şerîf Bendaş got demê bidawîanîna desthilatdariya 17 salan hatiye û wiha got; “Bi rûhê 7’ê Hezîranê em diçin 24’ê Hezîranê”. Omer Ocalan jî qala têkoşîna gelê Kurd a ji bo Curnê Reş kir û wiha got; “Tovê vê tevgerê beriya çend salan li vir hate avêtin.”
Piştre namzet çûn serdana dikandaran û daxwazên gel guhdar kir. Dikandaran gotin vê carê wê dengê xwe bidin HDP’ê. HDP’yiyan serdana buroya hilbijartinê ya AKP’ê ya li ser rê ji kirin û silav dan kesên li buroyê. HDP’yiyan got ‘Em we jî vedixwînin HDP’ê’. Piştre serdana buroya CHP hate kirin. HDP’yiyan piştre çûn serdana navçeya Girê Sor
AMED
Rêxistina HDP’ê ya bajar û navçeyên Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr, namzeta parlamenteriyê yê Amedê Remziye Tosûn, Rêveberên bajar û navçeyê û gelek kes beşdarî merasîma vekirina buroya hilbijartinê bûn. Remziye Tosûn silav da Sûrê û wiha got; “Bila ti kes nebêje Sûr ketiye. Sûr keleh e, keleha HDP’ê ye û li ber xwe dide. Wê Sûr bi ser bikeve.”
Ziya Pîr jî got gelên Tirkiyeyê wê roja 24’ê Hezîranê bi daxwaza ronahiyê biçin ser sindoqan. Piştî axaftinan bi tilîliyên dayikan Tosûn û Pîr kurdeleya buroya hilbijartinê qetandin. Ciwanên Sûrê bi Tosûn re wêneyê giştî girtin.
ÊLIH
HDP li Êlihê jî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetên parlementeriyê yên Rêxistina Bajêr a Êlihê ya HDP’ê di destê sibehê de hatin ba hev û li gorî plansaziya xwe ya rojane dest bi xebatên xwe kirin.
Namzet Ayşe Acar Başaran û Şukru Baytar li gundên Kercewsê dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Li gundên belavokên HDP’ê yên bi Kurdî û Tirkî li gel hatin belavkirin. Li her gundan zarok û jinan eleqeyeke germ nêzî heyeta HDP’ê dan. Namzetê HDP’ê yê rêza sêyan Dr. Necdet Îpekyuz jî li navenda Êlihê li bazara taxê ya Aydinlikevlerê tevî çalakgerên TJA’yê û Dayîkên Aştiyê belavok li gel belav kirin. Li bazara taxê Îpekyuz bi gel re sohbet kir. Di sohbetan de welatiyan diyar kirin ku ew ê HDP pênc parlementeran bişîne meclîsê.