Li Rebîa 5 çete hatin kuştin

Li Rebîa 5 çete hatin kuştin

Êvara 25’ê Îlonê çeteyên DAIŞ hewl dan li hember bajaroka Rebîa êrîşekê pêk bînin. Li ser bersiva hêzên YPG’ê pevçûneke demkurt rû da, 5 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku çeteyên DAIŞ 25’ê Îlonê danê êvarî hewl dane li hember bajaroka Rebîa a Mûsilê êrîşekê pêk bînin, li ser bersiva hêzên YPG’ê pevçûneke demkurt rû daye û çete hatine paşdexistin. YPG’ê got, “Di şer û pevçûnên rû dan bi qasî hat tespîtkirin 5 çete hatin kuştin. Piştî pevçûnê çete çûne gundê Mehmûdiye yê li bakurê Rebîa, mal şewitandine û ji gund veqetiyane.”