Li Qubînê Hevşaredar û 13 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê, tîmên taybet danê sibehê avêtin ser gelek malan û Hevşaredarê Qubînê Mûstafa Ozturk jî di nav de 14 kes kirin binçavan.
Li Êlihê, tîmên taybet danê sibehê avêtin ser gelek malan û Hevşaredarê Qubînê Mûstafa Ozturk jî di nav de 14 kes kirin binçavan.
Li Êlih û navçeyên wê, danê vê sibehê tîmên taybet avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de tevî Hevşaredarê Qubînê Mûstafa Ozturk û rêveberên berê yên DBP'ê yên bajar û navçeyê 14 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di lîsteya binçavkirinê de navên 19 kesan hebû û 5 kes ji ber ku ne li malên xwe bûn, nehatine binçavkirin. Binçavî birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.
Navên kesên hatine binçavkirin ev in: Abdûrrahman Yaman, Ekrem Degîrmencî, Fîkret Taşkin, Hulya Baltaş, Mehmet Gonenç, M. Şerîp Ay, Mûrat Gazîoglû, Mûstafa Ozturk, Nûriye Başçi, Onder Kirmizibaş, Rahşan Çobaga, Şaziye Kayar, Vahdettîn Ege û Yûsûf Uner."