Li Qahîreyê semînerên li ser Federasyona Bakurê Sûriyeyê

Bi beşdariya endama Desteya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Elîzabeth Gevriye li paytexta Misrê Qahîreyê semîner hatin lidarxistin. Di van semîneran de federasyona demokratîk ku garantiya jiyana azad û hevpar a gelan e, hat nasandin.

Semînera destpêkê ya nasandina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê roja Sêşemê saet di 16:00 de li navenda Medya El Arabiya pêk hat. Endama Desteya Rêveber a Federasyonê Elîzabeth Gevriye, Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê Qahîreyê Mele Yasîn, Nûnerê KDP ê Qahîreyê Şêrgo Hebîb, Serokê Navenda Lêkolîna Kurd li Misrê Recaî Feyad û rojnamevan-nivîskar Mûhammed Aslan Alî weke qiseker beşdarî semînerê bûn.

Serokê Navenda Medya Al Arabiya û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Qahîreyê El Seyîd Abdulfettah jî di nava guhdar û temaşekeran de cih girtin.

JI BER KU XWEŞ LI GELAN TÊ, EV MODEL HAT HILBIJARTIN

Endama Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Elîzabeth Gevriye di destpêka semînerê de axivî û li ser civîna duyemîn a meclîsê de agahî da. Gevriye hevpeymana di vê civînê de hat qebûlkirin bi çend mînakan rave kir.

Gevriye da xuyakirin, di nava sîstema federasl de hemû gel, bawerî, ziman û çand cih digirin û modeleke çareseriyê ye ji bo herêmê. Gevriye işaret bi jiyana hevpar a çand û gelên li herêmê kir, ku bi hezaran salî di nav hev de didome û anî ziman, ji ber ku ev model xweş li vê rastiyê tê, wan tercîh kirine.

Gevriye destnîşan kir, ev sîstem wê ji bo gelên Sûriyeyê û gelemperiya herêmê bibe modeleke çareseriyê.

JI BO AŞTIYA LI HERÊMÊ Û GELAN DIVÊ PIŞTGIRÎ JI VÊ SÎSTEMÊ RE WERE DAYÎN

Nûnerê KNK'ê yê Qahîreyê Mele Yasîn jî anî ziman, ji bo jiyana demokartîk, bi hev re û aştiyane ya gelên herêmê ev sîstem hatiye tercîhkirin û destnîşan kir, pirsgirêkên li Sûriyeyê û gelemperiya herêmê ancax bi sîstemeke bi vî rengî were çareserkirin. Yasîn got, "Dijminatiya li herêmê di navbera gelan de hatiye afirandin, ancax bi sîstemeke bi vî rengî karibe ji holê were rakirin. Ji ber ku wê aştî û biratiyê bîne herêmê, em heta dawiyê destekê didin Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê."

JI BO SÛRIYEYÊ PEYMANEKE CIVAKÎ YE

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Recaî diyar kir, hevpeymana civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bê qebûlkirin û got, "Qaşo gelek hêz ji bo Sûriyeyê li çareseriyê digerin. Lê belê ez bawerim çareseriya rastekîn ev sîstem û hevpeyman e. Lewma divê piştgirî ji vê sîstemê re bê dayîn."

PKK, PYD Û YPG TERORÎST NÎNIN

Nûnerê KDP'ê yê Qahîreyê Şêrgo Hebîb li semînera danasîna Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê axivî û anî ziman, ew ê destekê bidin sîstema federal a demokratîk.

Hebîb bersiv da gotina 'terorîzm' a hin welatan têkildarî PKK, PYD û YPG'ê bilêv dike û got, "PKK, PYD partiyên Kurd in, ku ji bo Kurdan têdikoşin û di vê oxirê de berdêlên giran dane. Tevgerên ji bo gelên Kurdistanê têdikoşin. YPG'ê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê û çeteyên din ên li Sûriyeyê xwe li cîhanê daye îspat kirin. Bi berdêlan nîşan daye ku hêza parastinê ya gelên Rojava ye. Ev nirxên Kurdan e. PKK û PYD terorîst înin. Em wan weke partî û tevgerên ku ji Kurdan re nirxand dafirînin, dibînin. Em YPG'ê jî weke hêzeke leşkerî ya pîroz dibînin. Dibe ku nêrînên me ji hev cuda bin. Lê belê armanceke bingehîn a me hemûyan heye; bi qasî serê derziyê jî gumanên me ji berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê nîne."

SYKES-PÎCOT PARÇE KIR, FEDERASYON WÊ BIKE YEK

Rojnamevan-nivîskar Mûhammed Aslan Alî jî di axaftina xwe de diyar kir, yên bi dîroka nizanibin, wê nikaribin siberoja xwe jî diyar bikin û got, "Di dîroka herêmê de gel her tim bi hev re jiyan e. Piştî Peymana Sykes-Pîcot, ziman, ol, bawerî, reng weke hincet hatin nîşandan û gel kirin dijminê ehv. Bi saya sîstema federasyonê wê ev parçebûn û dijminatiya bi Sykes-Pîcot hatiye afirandin ji holê were rakirin. Bi vî rengî wê hemû gelên herêmê li pêvajoya jiyana bi hev re û aştiyane vegerin."

VENEXWENDINA KURDAN NE RAST E

Alî herî dawî bal kişand ser civîna li Astanayê, ku li ser meseleya Sûriyeyê were lidarxistin û got, "Yên ku li Sûriyeyê û gelemperiya herêmê ji bo demokrasî û biratiya gelan têdikoşin, Kurd in. Vexwendina hêzeke bi vî rengî li civînên wiha, wê pirsgirêkê çareser neke. Berevajî wê bi kêrî dewamkirina şer bê."

Li gorî agahiyan, semînerên danasîn Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li Qahîreyê, wê roja Yekşemê dewam bike. Ji endamên Desteya Rêveber a Federasyona Foza Yûsif ê beşdarî semînera roja Yekşemê bibe.