Li qadeke leşkerên Tirk a li Kîlîsê şewat derket
Li qadeke Kîlîsê, ku leşkerên Tirk ên tevlî 'Mertala Firatê' dibin bi rengekî demkî lê ne, şewat derket. Tê gotin, 10 leşker ji ber dûxanê bi jehrê ketine. Ji ber bandora ba, şewat li qadeke berfireh belav dibe.