Li paytexta Çeçenîstanê pevçûn

Li paytexta Çeçenîstanê pevçûn

Li Çeçenîstanê piştî bi salan, careke din pevçûn li paytext Groznî belav bû. Di êrîşa komeke mîlîtanan a li hemberî nuqteyeke kontrolê û weşanxaneyeke li paytextê, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokdewletê Çeçenîstanê Ramazan Kadîrov da xuyakirin, ku miîîtanên li nuqteyeke kontrolê ya polîsan hatine rawestandin gule reşandine û di encamê de herî kêm 3 polîsan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî ajansa Rio Novosti, hejmara wezîfedarên ewlekariyê yên jiyana xwe ji dest dane herî kêm pênc in û gelek kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku mîlîtanên êrîşî nuqteya polîsan kirin dûre berê xwe dan weşanxayeke li navenda bajêr û bi polîsên ew dişopandin re pevçûn. Li gorî Serokdewlet Kadîrov 6 mîlîtanên ketin avahiyê, hatin kuştin.

Li gorî şahidên bûyerê, piştî pevçûna bi saetan a li navê bajêr, li avahiya weşanxaneyê şewat derketiye. Hat ragihandin ku li pêşiya avahiyê, cesedên hin sivîlan jî hene.

Li gorî agahiyan, mîlîtanên tevlî êrîşa li Groznî bûn ji gundê Şalaşî yê 50 kîlometre dûr hatine û li gorî hin çavkaniyan hejmara wan 15 e.

Balkêş e ku êrîş çend saetan berî axaftina Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a ji neteweyê re, rast hat. Çeçenîstan ku komareke federal a ser bi Rûsyayê ye, bi pêkanînên tund ên rêveberiya Ramazan Kadîrov ê ji Moskowê destekê dibîne, tê zanîn.