Li Parlamentoya Swêdê ji bo protestokirina dewleta Tirk çalakiya rûniştinê
Ji bo protestokirina dorpêç û êrîşên dewleta Tirk ên li hember bajar û navçeyên Kurdistanê û piştevaniya bi gelên Sûr, Nisêbîn û Cizîrê, komek ciwanî li Parlamentoya Swêdê çalakiya rûniştinê li dar xist.
ANF
STOCKHOLM
çarşem, 16 berfanbarê 2015, 21:21
Ji bo protestokirina dorpêç û êrîşên dewleta Tirk ên li hember bajar û navçeyên Kurdistanê û piştevaniya bi gelên Sûr, Nisêbîn û Cizîrê, komek ciwanî li Parlamentoya Swêdê çalakiya rûniştinê li dar xist.
Ciwan saet nêzî 14.30’an ketin avahiya parlamentoyê, wêne û dowizên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê nîşan didan rakirin, daxwaz kirin ku bi Wezîrê Karên Derve re hevdîtinê pêk bînin. Xwestin ku medyaya Swêdê qetlîamên li Kurdistanê ragihînin raya giştî.
Ciwanan diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê etnîseteyê qir dike, Hikûmeta Swêdê ya ku bûyeran bi bêdengî temaşe dike bi zimanekî tund rexne kirin.
Heman saetan de Kurdistanî û dostên wan li pêşiya parlamentoyê kom bûn, dirûşmên ku zext û êrîşên hikûmeta AKP’ê protesto dikin qîr kirin.
Polîsên hatin cihê bûyerê ji ciwanan re gotin, çalakiya ku pêk tînin qedexe ye. Hewl dan ciwanan ji parlamentoyê derxin. Ciwanan destnîşan kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên wê parlamentoyê terk nekin, polîsan jî yek bi yek ciwan derxistin derveyî parlamentoyê.
Girseya ku li derve bi ciwanan re ber bi Qada Sergel ve kete meşê, di rê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Gelê Kurd Ne Bi Tenê Ye”, “PKK’e Gel e, Gel Li Vir e”, “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan Re Azadî, Kurdistanê Re Statu” berz kirin.
Çalakiya nêzî saet 17.00’an bi dawî bû, di serî de Televîzyona Dewletê ya Swêdê, di tevahî medyaya Swêdê de cih girt.