Li Parlamenta Swêdê ji bo şehîdên Efrînê deqeyekê rêz girtin

Li Parlamenta Swêdê ji bo şehîdên Efrînê deqeyekê rêz hate girtin.

Li Parlamenta Swêdê  duh êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate gotûbêjkirin, ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hate girtin.

Parlamenetrên Partiya Çep û Partiya Keskan bi pirsnameyeke nivîskî rojev birin parlamentoyê, parlamenteran bi şalên kesk, sor û zer ên Kurdistanê hazir bûn. Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kabave şalek diyarî Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom kir.

Piştî ku Margort Wallstrom bersiv da pirsnameyê Jabar Amîn beriya ku bi axive ji bo zarok, jin û hemû mirovên sivîl ku di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane banga deqeyek rêzgirtinê kir.

Parlamenter û Wallstrom, temeşavan rabûn û deqeyek rêz girtin. Temeşevanên ku peywirdarên ewleheyî ew hişyar kirin, heta ku rêzgirtin qediya jî li ser piyan man.