Li Parîsê li dijî tecrîdê belavok hatin belavkirin

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi armanca agahdarkirina ji tecrîd û grevên birçîbûnê li pêşiya Gara Trenê ya Le Boûrget a li Banliyoya Francy a Parîsê belavok hatin belavkirin.

Di çalakiya li saetên herî qelebalix de hate kirin, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven de li girtîgehan, Strasboûrg û gelek bajarên din ên Ewropayê hatine destpêkirin, hatin destgirtin. Eleqeyek mezin nîşanî agahdarkirina raya giştî ku bi qasî du saetan hate domkirin, hate kirin.

CDK-F, li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan li Banliyoya Drancy 3 hefte ne her dubare dikin, wê her roja Înê çalakî û aktivîteyên xwe bidomînin.