Li Parîsê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin
Li paytexta Fransayê Parîs, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên girtîgehên Tirkiyeyê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Li paytexta Fransayê Parîs, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên girtîgehên Tirkiyeyê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Meşa ku li ser banga Tevgera Jinên Kurd ê Fransa û Konseya Kurdên Demoktatîk a Fransayê(CDK-F) hate lidarxistin, gelek Kurdistanî û şoreşgerên Tirkiyeyî yên demokrat beşdarbûn.
Meş di saet 17.00’an de li pêşiya I’Est destpê kir, girse di meşê de pankartên “Bijî berxwedana zîndanan”, “ Li Tirkiyeyê greva birçîbûne di roja 53’emîn de ye” rakirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Qatîl Erdogan” berz kirin. Di dema meşê de, di derbarê greva birçûbûnê de belavok hatin belavkirin û welatiyên li derdor hatin agahdarkirin.
Li Qada Republîqûe jî, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Zozan Serhed axivî û ev tişt anî ziman: “ Berxwedana zîndana ji bo tecrîda giran a li ser Serok Apo bê şikandin tê kirin, hevalên me bedena xwe dane ber mirinê. Divê em ji vir û şûnde her tim di çalakiyan de bin û bibin dengê hevalên ku di zîndanan de li ber xwe didin, dibe ku sibê pir dereng be.”
Her wiha Serhed ji bo çalakiya Kon a ku wê 10’ê Nîsanê, roja Duşemê li ber Parlementoya Fransayê di saet 10.00’an de destpê bike, heta roja Înê jî bidome banga beşdariyekî xurt kir.