Li Parîsê her roja Duşemê li dijî tecrîdê çalakî pêk tê

Li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a paytexta Fransa Parîsê, her hefte roja Duşemê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakî tê lidarxistin.

Kurdên li banliyoya Villeneuve-Saint-Georgesê, beriya sê hefte biryar dan ku her roja Duşemê çalakiyê bikin. Destpêka vê hefteyê li ber avahiya şaredariyê mîtîngek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" hate vekirin û flamayên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Hevserokê Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Villeneuveyê Mahmût Han di dema çalakiyê de axivî û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir. Han got, "Rejîma Erdogan ji aliyê siyasî û aborî ve welê tengav bûye ku nikare êdî xwe dubare bike."

Han da xuyakirin, rojên bê wê li Parîsê bi komeke ji 50 kesî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin.

Berdevkê DTM a Villeneuveyê Ayhan Apak jî anî ziman, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê her hefte çalakiyê li dar bixin. Apak diyar kir, 13'ê Adarê saet 14:00 wê li meydana Invalides a Parîsê mîtîngekê li dar bixin û bang li Kurdan û dostên wan kir ku tevlî mîtîngê bibin.