Li Parîsê êrişa bi kêrê: 2 kes bi giranî birîndar bû

Li paytexta Fransa Parîsê, li nêzî avahiya berê ya rojnameya mîzahê Charlîe Hebdo êrişeke bi kêran hate kirin. Di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bû.

Di demekê de ku dosza li ser komkujiya Charlîe Hebdo li Parîsê pêk dihat, êrişeke bi kêran hate kirin.

Sedema êrişê hîn nayê zanîn. Êrişkaran li nêzî avahiya berê ya Charlîe Hebdo êriş birin ser mirovên li derdorê.

Di êrişê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Polîsan di daxuyaniya destpêkê de ragihandin ku ew li 2 kesan digerin û saet di 12:45'an de li pêşiya opera Bastîlleyê gumanberekî ku şopa xwînê li ser kincê wî bû girtine. Piştî ku gumanbar hate girtin polîsan diyar kirin ku êriş ji aliyê kesekî ve hatiye kirin û ew li kesên din nagerin.

Ji ber paketeke bi guman a li nêzî avahiya berê ya Charlîe Hebdo derdora avahiyê hate valakirin.

Di Çileya 2015'an de di êrişa dijî Charlîe Hebdo de 12 kes hatibûn kuştin.