Li Parîsê çalakiya Edaletê: 23 meh derbas bûn, hê fail nehatine dîtin
Li Parîsê çalakiya Edaletê: 23 meh derbas bûn, hê fail nehatine dîtin
Li Parîsê çalakiya Edaletê: 23 meh derbas bûn, hê fail nehatine dîtin
Li ser qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez 23 meh derbas bûn. Çalakiya Çarşemê ya bi armanca hêzên li pişt vê komkujiyê bên dîtin û daxwaza edaletê vê hefteyê saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk destpê kir.
Di çalakiyê de muxalifên Cezayîrî, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst ku amade bûn. Wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku hatin hilgirtin, dirûşmên, “Jin, Jiyan Azadî”, “Qatil dewleta Tirk”, “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” hatin gotin.
Girse heta gihişt ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan, belavokên têkildarî komkujiya Parîsê û piştperdeyên komkujiyê hatin belavkirin.
Dema girse hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, ji tevayî şehîdên Kurdistan û yên cîhanê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Tevgera jinan a Kurd a Ewropa der barê komkujiyê de daxuyaniya bi Fransî xwendin. Ji Fransayê hat xwestin ku demldest komkujiyê ronî bike.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi tilîlî û dirûşman bi dawî bû.