Li Parîs û Marsîlyayê Kurdistanî ji bo Efrînê daketin qadan

Li bajarên Parîs û Marsîlyayê yên Fransayê, gefên dewlet Tirk ên li Efrînê tên xwarin hatin şermezarkirin.

Li bajarên Parîs û Marsîlyayê yên Fransayê, gefên dewlet Tirk ên li Efrînê tên xwarin hatin şermezarkirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, gef û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Bi banga Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) Kurdistaniyan saet 19'an ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de alên YPG û YPJ'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên bi nivîsa "Stop Erdogan", "Stop DAÎŞ" hatin hildan.

Girseya gel bi qîrîna dirûşma "Kujer, terorîst Erdogan" heta ber metroya Saînt Denîsê meşiyan.

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan li vir daxuyanî da û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê şermezar kir. Ceylan got, "Dewleta Tirk a faşîst û dîktator Erdogan êrîşî destketiyên gelê Kurd dikin. Bi ruhê Kobanê, Şengal û berxwedana Rojava divê em xwedî li Efrînê derkevin, dakevin qadan û pêşî li êrîşan bigirin."

Ceylan bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku bêyî dereng bimîne xwedî li berxwedana Efrînê derkevin.

Di dawiya çalakiyê de ji bo meşa 20'ê Çileyê roja Şemiyê saet 14:00 a li Gar de L'Est dest pê bike, banga tevlîbûnê hate kirin.

MARSÎLYA

Çalakiyeke din a bi heman armancê li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate lidarxistin.

Kurdistaniyan ji bo çalakiya "Efrîn ne bi tenê ye" danê êvarê berê xwe dan ber avahiya Parlamenta Herêmê ya Başûrê Fransayê û dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Kujer Erdogan", "Kujer Tirkiye" qîriyan. li gel dorpêça polîsan jî Kurdistaniyan çalakiya xwe dewam kirin.

Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Azad Şirnex axivî û got, "Efrîn gogek ji agir e. Yên rahêje wê gogê, wê bişewite. Em careke din ji vir hişyar dikin; bi êgir nelîzin. Encam wê giran be."

Di dawiya vê çalakiyê de ji bo meşa 20'ê Çileyê roja Şemiyê banga tevlîbûnê hate kirin.