Li Parîs û Marsîlya çalakiyên ji bo Kobanê

Li Parîs û Marsîlya çalakiyên ji bo Kobanê

Li paytexta Fransa Parîsê xwendekarên Kurd ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakiyek  li dar xistin. Xwendekaran ji bo bala raya giştî ya Fransa bikişînin ser Kobanê gelek belavok belav kirin. Li Marsîlya jî jinên Kurd çalakiya bi kefen pêk anîn.

Çalakiya ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve hat lidarxistin, li ber Dibistana Şaristanî û Zimanên Rojavayî ya Zanîngeha INALCO pêk hat. Di çalakiya saetên nîvro de hat lidarxistin xwendekaran dovîzên bal dikişandin hildan. Xwendekarên Kurd li yên derdorê belovokên rewşa Kobanê vedibêjin belav kirin û ji xwendekarên zanîngehê xwestin li hemberî rewşa Kobanê hestiyar bin. Di çalakiya xwendekarên Kurd de ji bo meşa şermezarkirina DAIŞ a roja Şemiyê li Qada Bastîlle bê lidarxistin jî bang hat kirin.

LI MARSÎLYA JINAN ÇALAKIYA BI KEFEN PÊK ANÎN

Li Marsîlya jî jinan ji bo şermezarkirina êrîşên DAIŞ li Perava Vîeux Port çalakiya bi kefen pêk anîn.

Di çalakiyê de dovîzên weke “Jinên Kurd sembola berxwedana Kobanê ne”, “DAIŞ a qetilker” hatin hildan. Belavok hatin belavkirin.