Li Osmaniyeyê 50 xwendekar ji xwarina nîvro bi jehrî ketin

Li Osmaniyeyê 50 xwendekar ji xwarina nîvro bi jehrî ketin

Li navçeya Kadîrlî ya Osmaniye 50 xwendekarên dibistana seretayî, ji xwarina nîvro bi jehrî ketin.

Li gundê Aşagiçiyanli yê girêdayî navçeya Kadîrlî ya Osmaniye ji ber xwarina nîvro bi jehrî ketin.

Li Dibistana Seretayî ya Şehît Ahmet Bîrkaç xwendekarên xwarina nîvro xwarin nexweş ketin. Piştî dilê xwendekaran li hev ket, gelek ambulans sewqî dibistanê hatin kirin. Xwendekar rakirin nexweşxaneyê.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.