Li Osloya heta sibehê nobet hat girtin çalakiya 3 rojan

Li Osloya heta sibehê nobet hat girtin çalakiya 3 rojan

Kurdistaniyên li paytexta Norveç Oslo dijîn ji bo balê bikişînin ser berxwedana Kobanê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî xera bikin li ber parlamentoyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Şevê din saet 20.00’an ku çalakî bi rûniştinê destpê kir nêzî 300 kesî heta sibehê nobet girtin.

Tevî hewaya sar jî çalakvanên ku bi biryar bûn daxwazên xwe bînin cih rastî eleqeyeke zêde ya çapemeniya Norveçê hatin.

Wê Serokê Meclîsa Norveçê îro saet 12.00’an bi çalakvanan re hevdîtinekê pêk bîne û daxwazên wan guhdar bike.

Piştî hevdîtinê wê çalakvan beriya çalakiya rûniştinê bi girseyê daxuyaniyekê bidin.

Komîteya amadekar diyar kir ku wê çalakiya rûniştinê 3 rojan bidome.

LI BER PARLAMENTOYA HELSÎNKÎ MEŞ

Li paytexta Fînlandiya ya Helsînkî jî Kurd li ber Parlamento û nûnertiya YE di nav çalakiyê de bûn.

Çalakvanên bi rayedarên parlamentoyê re rûniştin heta nûnertiya YE meşiyan. Piştî mîtînga li ber parlamentoyê çalakî bi dawî bû.