Li ODTU li hember komkujiyan greva birçîbûnê

Bi armanca protestokirina komkujiyên li Farqînê didomin û pêkanînên li hember cenazeyê Fermandarê BOG Azîz Guler, xwendekarên ODTU dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.

Bi armanca protestokirina komkujiyên li Farqînê didomin û pêkanînên li hember cenazeyê Fermandarê BOG Azîz Guler, xwendekarên ODTU dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.

Ji bo protestokirina êrîşên hewayî yên dewletê li hember Farqînê ku sivîl jiyana xwe ji dest didin û destûr nayê dayîn cenazeyê Azîz Guler bê derbaskirin, xwendekarên Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Xwendekar greva birçîbûnê bi komên 3 kes didomînin, destnîşan kirin ku heta komkujiya Farqînê nesekine wê têkoşîna xwe mezin bikin û bidomînin.

Rûken Esen a yek ji xwendekarên tevlî greva birçîbûnê bûye, bal kişand ser komkujiyên Farqînê û wiha axivî: “Heta dorpêça ser Farqînê ranebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.” Xwendekara bi navê Berfûm Çolak jî bi bîr xist ku hê jî cenazeyê Azîz Guler nedane malbatê û wiha got: “Li Farqînê komkujiyek berdewam dike. Pêwîst e cenazeyê Azîz Guler ê li Kobanê şehîd ket li cem hevrêyên wî bê defnkirin. Lê dewlet destûrê nade ku cenazeyê Azîz Guler ji Kobanê derbas bibe. Heta dorpêça Farqînê bi dawî nebe û cenazeyê Azîz Guler negirin em ê têkoşîna xwe bidomînin, em ê greva birçîbûnê berdewam bikin.”

JI RÊXISTINÊN KEDÊ ÇALAKÎ

Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo balê bikşînin ser komkujiyên sivîl ên li Farqînê dewlet pêk tîne, li Cadeya Yuksel dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de pankarta, “Li Farqînê komkujî heye dilê me mejiyê me li Farqînê ye” hat vekirin û dowîzên, “Li Farqînê komkujî heye” hatin rakirin. Di çalakiya rûniştinê de girseyê dirûşma, “Bijî berxwedana Farqînê” qîr kir. Di çalakiyê de Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk axaftinek kurt kir û wiha axivî: “Eger top, tifing û tankên we hebin yên me jî mîrateya têkoşînê ya ji Spartakusan, Pîr Sûltanan û Mazlûm Doganan heye.” Çelîk wiha got: “Yê li Farqînê tê qetilkirin, gulebarankirin, Kurdistan e. Zimanê Kurd e û baweriya aştiyê ye.”