Li Norwecê bîranîna 'şehîdan'

Li Norwecê bîranîna 'şehîdan'

Li paytexta Oslo ya Norwecê, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Kurdên li Osloyê dijîn, duh êvarê li Navenda Çanda Kurdistanê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.

Bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, Hevseroka Meclîsa Gel a Norwecê Dîler Akreî, nûnerê PYD’ê yê Norwexê Serbest Welat û endamê Komîteya Navendî ya PJAK’ê Ewhan Çiyako axivîn.

Hevseroka Meclîsa Gel a Norwecê Dilêr Akreî got: “Şehîd di civaka Kurd de gelek girîng in. Bi Kurdan re şehadet bû dibistan, rolek mezin lîstin."

Endamê Komîteya Navendî ya PJAK’ê Ejwan Çiyako jî da zanîn berxwedana ku PKK’yiyan di salên 90’î de nîşan da îro PJAK'ê li zîndanên Îranê nîşan da. Çiyako got: “Mamosta Ferzad Kemanger  bûye Mazlum Doganê Rojhilatê Kurdistanê, Habîbullah Gulperîpur jî bûye Hayrî Durmuş."

Nûnerê PYD’ê yê Norwecê Serbest Welat  jî geşedanên Rojava û Kobanê nirxandin û bîranînên şehîdan hatin vegotin.

Piştî axaftinan helaw hat belavkirin. Her wiha ji bo meşa îro saet di 13.30’an de pêk tê jî bang hat kirin.