Li Nisêbînê êrîşa polîsan
Li Nisêbînê êrîşa polîsan
Li Nisêbînê êrîşa polîsan
Li navçeya Nisêbînê polîsan êrîşî deh hezaran kesên ji bo 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê daketin qadan kir.
Li navçeya Nisêbinê ya Mêrdînê girseya li ber Navenda Çandê ya Mîtanniyê bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê kom bûn dest bi meşê kirin. Polîsan li cadeya Îpekyolu bend danî ber girseyê û nehiştin girse bimeşe. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. Piştî ku polîsan êrîş kirin gel jî bersiv da.
Li navçeyê pevçûn didome.