Li Newroza Erdîşê tevî berfê jî bi hezaran kes hatin ba hev

Li navçeya Erdîş a Wanê tevî berfê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin.

LI ERDÎŞÊ ŞAHIYA NEWROZÊ

Li Erdîşê Newroz li qada Denîz Feneriyê tê pîrozkirin. Li navçeya li gel barîna berfê ya ji duh bi şev ve gelek rêyên wê hatin girtin, welatiyan tevî rewşên hewayê yên neyînî jî dest bi ketina qadê kirin. Girse li qada ku bi hezaran kes herikînê bi cih nebû û zêdebûna cil û bergên netewî, rengên kesk û sor û zer bal kişand ser xwe. Bername bi rêzgirtinê destpê kir. Her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û çepik hatin lêdan.

Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî, parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevserokê DBP’a Bajêr Harûn Okay, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî bûn.

Pîrozbahî bi axaftin û guhdarkirina muzîkê berdewam dike.