Li Munchenê alaya mezin a YPG'ê hate vekirin

Qanûna 'dewleta polîs' ku tê xwestin li Eyaleta Bayernê bê derxistin, li Munchenê bi xwepêşandaneke girseyî hate şermezarkirin. Di xwepêşandanê de ku zêdeyî 30 hezar kes tevlî bûn, alayeke mezin a YPG'ê hate vekirin.

Li Eyaleta Bayern a Elmanyayê, ku partiya mûxafazakar Yekîtiya Xiristiyanên Civakî (CSU) lê desthlatdar e, qanûneke nû tê derxistin ku rê li ber 'dewleta polîs' vedike. Pêşnûme qanûna bi navê "Qanûna nû ya wezîfeya polîsan" (PAG -Polizeiaufgabengesetz) wê hefteya bê li meclîsa parlamentê pêşkêşî dengdanê were kirin ku CSU li parlamentê serdest e.

Pêşnûme qanûn bi serkêşiya Serokwezîrê berê yê Bayernê Horst Seehofer ve hate amadekirin, ku Seehofer di hikumeta nû ya Merkel de Wezîrê Karên Hundir e. Pêşnûme qanûn duh li paytexta Eyaleta Bayernê li Munchenê bi xwepêşandaneke girseyî hate şermezarkirin. Zêdeyî 30 hezar kes li meydana Marienplatzê li hev civiyan û heta meydana Odeonsplatzê meşiyan ku avahiya serokwezaretiya eyaletê lê ye.

Xwepêşandan bi banga zêdeyî 70 rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û partiyên SPD, Kesk û Partiya Çep hate kirin. Ji hemû bajarên Bayernê mirovan berê xwe dan Munchenê. Komeleyên alîgirên futbolê jî destek dan xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de bi pankart, kostum û dirûşman, hikumeta eyaletê hat şermezarkirin.

Di meşa protestoyî de komek ji xwepêşandêran alayeke mezin a YPG'ê vekir. Bayern yek ji wan eyaletan e ku di serî de qedexekirina alaya YPG'ê hemû qanûnên li ser qedexekirina sembolên Kurdan bi rengekî tund bi cih tîne. Xwepêşandêrên ku alaya YPG'ê hildan, helwesta rêveberiya eyaletê ya li dijî Kurdan şermezar kirin.

QANÛN REJÎMA NAZÎ TÎNE BÎRA MIROVAN

Li gorî pêşnûme qanûnê ku tê payin li meclîsa eyaletê bê qebûlkirin, bêyî biryara dadgehê polîs wê karibin dest li mafên destûrî werdin. Qanûn erkeke berfireh a destwerdan û kontrolkirina jiyana taybet a mirovan dide polîsan. Pêşnûme qanûn rejîma Nazî tîne bîra mirovan.

Li gorî qanûnê, polîs wê karibe bi rengekî kêfî bêyî gumaneke şênber hebe kesê dixwaze destgîr bike, karibe li telefonan guhdarî bike, karibe dest deyne ser telefon, komupter û amûrên mîna wan ên elektronîk. Her wiha di meşan de karibe kelepçeyan bi kar bînin.