Li Munchen'ê "rûyê rast" ê Gulen hat eşkerekirin!

Li Munchen'ê "rûyê rast" ê Gulen hat eşkerekirin!

Li bajarê Elmanya Munchen'ê, panêlek bi mijara "Ew gurr e di eyarê mihî de? Tevgera Fethûllah Gulen û Îslama siyasî ya li Tirkiyê" hate lidarxistin. Di panêla bi organîzasyona YXK'ê de, xebatên tevgera Gulen ên li Elmanya û gelemperiya cîhanê hatin vegotin.

Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK), doh êvarê li "Mala Cîhanê" ya li bajarê Munchenê der heqê cemaata Gulen û Îslama siyasî ya li Tirkiyê de panêlek lidar xist. Di panêlê de ji Weqfa Rosa-Luksembûrg axaftvan û nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Mûrat Çakir amade bûn.

Panêl ku, dewama xebatên YXK'e ya li Zanîngehan bi mijara "Rûyê rast ê tevgera Gulen" dimeşîn e, li Elmanyayê pêwendiyeke mezin dibîne. 

Nivîskar Mûrat Çakir, bi ravekirina jiyana Gulen dest bi axaftina xwe kir û diyar kir, ku Gulen Îslamê ne ji bo pêkanînê lê ji bo bibe xwedî hêz weke navgînekê bikar tîne û got, "Kîjan oldarek dikare fermana kuştina 50 hezar kesî bide. Li Elmanyayê meleyekî fermana kuştinê dabû û yekser hatibû girtin."

Çakir bibîr xist, ku cemaata Gulen di bin çavdêriya dewleta Elman deye û got, "Çawa dibe ku Cemaata Gulen li vê derê bi awayekî îllegal kar dike. Her weha gelek profesorên Elman hene ku bi cemaatê re dixebitin. SPD, Keskî Û CDU/CSU jî qaşo di bin navê tolerans û diyalogê de çalakiyên cemaatê lidar dixin. Elman, tevgera Gulen weke tevgereke nijadperest nabînin an jî naxwazin bibînin."

Çakir herî dawî diyar kir, ku saziya îstixbarata navxweyî ya Elman Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, bi zanebûn cemaata Gulen naşopîne û destnîşan kir, ku ev yek perçeyek ji planên li ser Rojhilata Navîn e. Panêl bi pirsên beşdaran bi dawî bû.

Panêleke din a bi heman rengî, îro saet di 19.00'an de li bajarê Îngolstadt'ê tê lidarxistin. Hat ragihandin ku panêlê li navnîşana; Stadtteiltreff Piusviertel, Pfitznerstraße 19a, Ingolstadt pêk were.