Li MPKE panela Ocalan/Îmrali: Divê KE dest werde

Bîlmez li panelê axivî û got, "Tirkiye di şexsê Birêz Ocalan de xalên 6. 7. 8. 10. 13. 14. ên PMKE'yê bi rengekî vekirî bin pê dike. Li hemberî vê yekê DMME bêdeng e."

Li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) li ser Girtîgeha Îmraliyê panelek hate lidarxistin. 

Ji parêzerên Îngilîz Alastaîr Lyon, Serokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy beşdarî panelê bûn.

Panel ji aliyê Hişyar Ozsoy ve hate birêvebirin. Ozsoy bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Hema bêjin ev 2 sal in bi ti awayî agahiyek jê nayê girtin. Halbûkî hate qebûlkirin ku Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya herêmê lîderek e." Ozsoy da xuyakirin ku desthilatdariya AKP'ê piştî ku hevdîtinên 'aştiyê' qedand, veguherî rejîmeke zordar, hewldana darbeyê ji bo betalkirina mafên bingehîn ên mirovan weke firsendekê bi kar anî û herî dawî hewldana dagirkirina Efrînê nîşan dide ku xwedî hewldaneke gelekî nebaş e.

'DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ DEST LI VÊ REWŞÊ WERDE'

Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî li ser tecrîda giran a li ser Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê agahiyên berfireh da.

Bîlmez destnîşan kir ku mirov nema dikare qada pîvanên dewleta hiqûqê ji bo Tirkiyeyê bike û got, "Li Tirkiyeyê di şexsê Birêz Ocalan de xalên 6. 7. 8. 10. 13. 14. ên Peymana Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (PMKE) bi rengekî vekirî tê binpêkirin. Li hemberî vê yekê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bêdeng e. Divê Konseya Ewropayê êdî dest li vê rewşê werde û bisekinîne."

Parêzvanê mafên mirovan ê Îngilîz, ji parêzerên Baroya Londonê Alanstaîr Lyon jî got, "Li Girava Îmraliyê mafên mirovan ên di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tên binpêkirin, di pirtûkên perwerdeyê yên dibistanan de dikare bibe ders. Rewş di vê astê de tirsnak e û bêdengiya saziyên Yekîtiya Ewropayê jî fêhm nakim."

Alanstaîr Lyon bangên Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Saîd Huseyîn ên li ser Tirkiyeyê bi bîr xist û destnîşan kir, divê dewletên Konseya Ewropayê (KE) bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

'FERZA KINCÊ YEKRENGÎ, WÊ RÊ LI BER FELAKETEKE ÎNSANÎ VEKE'

Serokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kir. Turkdogan diyar kir, sîstema ceza ya li Îmraliyê roj bi roj li gelemperiya Tirkiyeyê tê belavkirin û bi bîr xist ku parêzer bi xwe jî ji ber parastina dikin bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' dikevin ber lêpirsînê.

Turkdogan da xuyakirin ku aktîvîteyên civakî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Parlamenterê Şirnexê Ferhat Encu hatine birîn û anî ziman, girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê ne li gorî qanûnan divê werin berdan, lê nayên berdan.

Turkdogan diyar kir, zexta lixwekirina kincê ji yekrengî ku li ser girtiyan tê ferzkirin wê rê li ber nerazîbûna cidî veke û di vî warî de banga hişyariyê kir.