Li Moskowê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li Moskowê salvegera 33’an a 15’ê Tebaxê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Li paytexta Federasyona Rûsyayê  Moskowê ji bo salvegera 33’an 15’ê Tebaxê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li Hêwana Çandê ya Lunaçarskî dest pê kir. Bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. 

Çalakî ji hêla sazî û dezgehên Kurd ên Moskowê ve bi hevparî hate kirin.

Siyasetemdarê Kurd Adil Cotkar di bernameyê de axivî û got pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan raperîna li dijî koledariyê ye. Cotkar wiha got: ‘ Bi pêşengiya fermandarê mezin Edîg (Mahsûm Korkmaz)  15’ê Tebaxa 1984’an li dijî leşkerên faşîst ên dagirkeriya Tirk guleya ku diçe azadiyê hate teqandin. Îro bi milyonan Kurd û dostê wan li deverên cihê vê rojê bi rengê cejnekê pîroz dikin. Di salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê de Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyên ne.’’

Piştre li ser navê Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê Lîyana Simoyan axivî û got: ‘’15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de xwedî girîngiyeke mezin e. Di serî de fermandarê mezin Egîd em hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin. Mîrateya ku wan ev nirxên mezin ji me re hiştine divê bi rûmet û şerefê lê xwedî derbikevin û mezin bikin. Kurdên ku li çar aliyên dinyayê jiyane divê xwedî li vê rojê derbikevin.’’

Nûnerên saziyên Kurd li ser girîngî û wateya rojê axivîn. Wêneyên gerîlayan yên ku ji roja pêşî ya ku rahiştine çekê û heta niha bi pêşangehekê hate nîşandan û eleqeyeke mezin ji bo vê çêbû. Unîformayên gerîla, çaydana reş û aksesuarên ku gerîla di jiyana rojane de bi kar tînin wateek dane pêşgangehê.

Bername bi tevlêbûna hunermendên xwecih Sîpan Xelat, Rozerîn Dogan, Diyar Gazanov, Mîlazimê Îsko, Roj Azad berdewam kir. Li gel stranên hunermendan govend hate gerandin.