Li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Yenî Yaşamê doz hate vekirin

Li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin doz hate vekirin.

Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Çapemeniyê ku girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ye ji ber nûçeyên çalakiyên greva birçîbûnê derbarê Midurê Karê Nivîsan a rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de îdaname amade kir.

Dozger bi îdaya “Li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” doz vekir. Îdaname ji aliyê 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.

Bi qebûlkirina îdanameyê re Osman Akin wê roja înê derkeve pêşberî dadgerê 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.