Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê bi koma 21'ê didome

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê bi koma 21'ê di roja 41'ê de didome. Di heman demê de bi tevlîbûna şêniyên wargehê Şehîd Leyla Agirî hate bîranîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îro bi merasîmekê radestî koma 21'ê hate kirin.

Beriya merasîmê, ji Fermandarên YJA Starê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) ku di Hezîrana 2020'î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi êrişeke hewayî şehîd bû, hate bîranîn. Bi vê wesîleyê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Leyla Agirî hate nîşandan.

Piştî bîranîna Şehîd Leyla Agirî merasîma dewrgirtinê ya greva birçîbûnê hate lidarxistin. Greva birçîbûnê ku di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' li Saziya Malbatên Şehîdan beriya 41 rojî dest pê kir, îro koma 20'an dewrî koma 21'ê kir.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê koma 20’an çalakvanê bi navê Hisên Kara axivî. Kara di destpêka axaftina xwe de şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û got, "Em dikevin meha Sibatê, bi vê wesîleyê em komplogeran şermezar dikin. Di destpêkirina vê pêngavê û heya niha de komên ku ev çalakî heya roja îro anî, em spasiya wan dikin. Hevalên me yên çapemenî, hevalên komîteya çalakiyan û hemû kesên ku di vê pêngavê de keda wan heyî em spasiya wan dikin. Em weke gelê Kurd di pêvajoyek hesas re derbas dibin. Li her deverên Kurdistanê êrîş li ser Kurdan tê kirin. Dagirker, gelê Kurd hêjayî jiyanek birûmet nabînin, jiyanek sexte li ser me ferz dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê her roj Kurd tê darvekirin. Başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin, her wiha Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatine dagirkirin. Ji bo tunekirina gelê Kurd, dijmin hevkariya hev dikin. Bi taybet tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me pêk tînin. Ji bo rêbertiyek azad, ax û jiyanek azad tişta ji destê me tê berxwedane. Li ser vî esasî li zindanan pêngavek hate avêtin, îro li wargeha Mexmûr berdewamiya wê pêngavê tê meşandin. Her wiha li Kurdistan û derveyî Kurdistanê ev pêngav berfirehtir dibe. Pêwîste her Kurdekî xwedî şeref xwedî li vê pêngavê derkeve. Bersiva herî xurt ji bo dijmin, berxwedane. Me weke gelê vê wargehê helwesta xwe û xeta xwe diyar kir û em yek gav jî di paş de navêjin. Îro helwesta ku PDK’ê nîşan dide helwestek dijmirovahiye. Pêwîste ji wê helwesta xwe vegere, bi dijminê xwe re nerûne, berevajî vê yekê divê bi birayê xwe yê Kurd re yekitî çêbike. Li ser vî esasî em dibêjin ‘Bijî Kurd û Kurdistan’ û ‘Bijî berxwedana wargeha Mexmûrê’.”

Merasîm bi xwendina navê koma 21’an bi dawî bû.

Her wiha çalakvanê koma 21’an Ferhan Didêrî li ser girîngiya pêngavê wiha axivî: “Pêngava ku li zindanan hatî destpêkirin, em jî weke gelê wargehê xwedî li vê pêngavê derketin. Em ber bi meha Sibatê ve diçin, ji bo vê jî em komploya 15’ê Sibatê şermezardikin. Em bang li her çar aliyê Kurdistanê dikin, pêwîste her Kurdek bişeref rabe ser lingan û berxwedanê bilind bike.”