Li Meclîsa Elman nîqaşa ‘bila qedexeya li hember PKK’ê rabe’
Li Meclîsa Elman nîqaşa ‘bila qedexeya li hember PKK’ê rabe’
Li Meclîsa Elman nîqaşa ‘bila qedexeya li hember PKK’ê rabe’
Di Meclîsa Federal a Elman de trajediya mirovatiyê ya li sînorê Rojava û Bakurê Kurdistan a piştî êrîşên DAIŞ rûda hat destgirtin. Wekîlên partiyên çep ên di rûnûştinê de axivîn banga “Qedexeya li hember PKK’ê rake li hikûmeta federal kirin.” Parlamenter Andrej Hunko got: “Êdî divê Elmanya dest ji mijara Kurdên baş û Kurdên xerab berde.”
Li Meclîsa Federal a Elman bi banga Partiya Çep a Mûxalefeta bingehîn e piştî nîvro êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê û trajediya li sînorê Rojava û Bakur rû dide nîqaş kirin. Beşa pêşveçûnên rojane yên Meclîsê îro bi temamî ji vê mijarê re hat veqetandin.
Di rûniştina ku nêzî saetekê dewam kir de li gel endamên Partiya Çep endamên Partiya Keskan û Partiyên Koalîsyona Hikûmetê CDU/CSU-SPD axivîn.
‘ELMANYA BI AWAYEKÎ ORGANÎZEKIRÎ DIBE TEMAŞEVAN’
Rûniştin bi axaftina Serokê Komîsyona Jêr a NY a Meclîsa Federal Heîke Hansel ê berî nina bi hefteyekê sînorê Pirsûs û Kobanê ziyaret kiribû axivî.
Hansel got ku di êrîşa li hemberî Şengal û Kobanê de tenê hêzên YPG’ê li dijî terorîstên DAIŞ têkoşiyane û bi dehhezaran sivîl rizgar kirine û wiha dewam kir: “Lê belê hikûmeta Elman a Federal bi awayekî organîzekirî ji pêşveçûnên li herêmê re dibe temaşevan. Dive Elmanya polîtikayên xwe yên derve biguherîne. Divê qedexeya li hember PKK’ê ya Êzidî rizgar kir û Kobanê diparêze bê rakirin.”
Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hunko jî ji bo qedexeya li hember PKK’ê rabe heman bangawazî kir. Hunko got: “Divê Elmanya dest ji krîmînalîzekirina beşek Kurdan berde û PKK demildest ji lîsteya terorê bê derxistin.”
SPD: DIVÊ EM BI PKK Û YPG’Ê RE RÛNIN
Paşê ji partiya Demokrat a Sosyal (SPd) ku yek ji şirîkê hîkûmeta koalîsyonê ye, Nîels Annen wiha axivî: “Hikûmeta Tirk bi PKK’ê re rûdine, divê em jî bi PKK û YPG’ê re rûnin.”
Li ser nave Partiya Keskan Cladia Roth bal kişand ser trajediya penaberan û got ku ji bo penabaran divê alîkariya lezgîn bê kirin.
Ji heman partiyê Omid Nouripour êrîşên li hemberî Kobanê bibîr xist û got: “Niha ne wextê wê ye em endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa biaxivin. Tiştên bên kirin dive tavilê bên kirin, Enqere baweriya xwe winda kiriye.”