Li Meckenheîmê ji bo Ocalan û girtiyan çalakî

Li bajarê Meckenheîm a Elmanya ji bo Ocalan û girtiyên siyasî çalakiya kondanînê hate kirin.

Li bajarê Meckenheîm a Elmanya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevgirtina bi girtiyên HDP’yî, nûçegihan, hevşaredar, aktîvîstên mafê mirovan çalakiya kondanînê hate kirin.

Çalakî ji hêla Meclîsa Gel a Meckenheîmê ve hate kirin û li Meckenheîm Hauptstraßeyê konê agahdarkirinê hate danîn, Elmanan jî eleqeyeke mezin nîşan dan. Li ser konên agahdarkirinê ku Kurdistaniyên ji Bonnê û Euskîrchenê hazir bûn, posterên siyasetmedar, nûçegihan û aktîvîstên mafê mirovan û Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatin daliqandin.

 ‘OCALAN TEKANE ŞENS E’

Di çalakiyê bi danezanekê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de hate gotin Ocalan ji bo ku doza Kurd bi rêbazên aştiyê çareser bibe tekane şens e û ji bo ku Ocalan demildest azad bibe bang li saziyên navnetewî hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.