Li Marsîlyayê civîna gel a HDP'ê

Li Marsîlyayê civîneke gel hate lidarxistin û bang li her kesî hate kirin ku li dora HDP'ê bicivin.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê wê di navbera 7-19'ê Hezîranê de dengê xwe bidin. Karê HDP'ê yê li Ewropayê yê ji bo hilbijartinê bê navber dewam dike.

ŞEHÎD HATIN BÎRANÎN

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya li Başûrê Fransayê, civînên xwe yên bi gel re didomîne. Doh li salona dawetê ya Place Des Rose ya Marsîlyayê civîneke gel hate lidarxistin û nêzî 800 kes tevlî bûn. Di civînê de şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û qiseker destnîşan kir ku wê dilsozê mîrateya şehîdan bin.

Di dema fitarê de jî mewlûda bi Kurdî hate xwendin û ji bo berxwedêran dua hate kirin.

Parlamenterê berê yê Wanê yê HDP'yî Ozdal Uçer jî tevlî civînê bû.

Uçer diyar kir ku HDP her kesî bi rengê wan qebûl dike û ji bo Erdogan jî got, "Yek radibe dibêje; yek dîn, yek ziman, yek milet Lê HDP her kesî bi rengê wan qebûl dike. Em cudahiyê naxin navbera Sûnî, Elewî, Xiristiyanan. Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî û Ereban.  HDP hemû nasname û zimanan weke dewlemendiyekê dibîne. Lewma dibêje, xwişk û biratiya gelan."

Uçer da xuyakirin ku li dijî tifaqên rastgir ên li Tirkiyeyê, divê her kes ji bo HDP'ê bixebite û got, HDP partiya aştî, aştî û gelan e.

1'Ê HEZÎRANÊ ŞEVA HDP'Ê

Wekî din wê 1'ê Hezîranê li La Joliet a Marsîlyaywê, wê li salona DOCKS DES SUD şeveke HDP'ê bê lidarxistin. Namzetê HDP'ê yê Amedê yê rêza 7. Garo Paylan wê tevlî şevê bibe. Endamên TEV-ÇAND a Marsîlyayê jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.