Li Marsîlyayê bi wesayîtê êrîş kirin: Kesek mir

Li bajarê Fransa Marsîlyayê îro di saetên sibê de bi wesayîtekê êrîşek pêk hat û hat ragihandin ku kesekê jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku hemwelatiyê Fransayê yê 34 salî ji ber pirsgirêkên derûnî êrîş li dar xistiye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsên Fransayê ve hatî kirin de, îro danê sibê kesekî bi wesayîtekê êrîşî 2 rawestgehên otobusan kir û herî kêm bû sedema mirina kesekê û kesek jî birîndar bû. Hat ragihandin ku êrîş di navbera seatên 08.30 û 09.30'an de pêk hatiye û wesayît li pira Vîeûx-Port ji aliyê polîsan ve hatiye sekinandin û êrîşkar hatiye binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya polîsan hemwelatiyê Fransayê yê 34 salî beriya niha ji ber gelek sûcan hatiye darizandin.

 Li bajarê Fransa Nîcê di 14'ê Tîrmeha 2016'an de di êrîşeke bi kamyonê de 86 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Herî dawî roja Pêncşema borî li paytexta Katalonya Barselonayê êrîşeke wekî wê û 5 kesên dixwestin bi bombeyan qetlîamê pêk bînin hatibûn kuştin û di şer de14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

5 êrîşkarên ku di şerê bi polîsan re û kesê din jî di mala ku maddeyên teqemeniyê veşartibû, di encama teqîna li malê de hatibû kuştin.