Xebatên hilbijartinê yên HDP Ewropa bê navber dom dike. Li bajarê Fransa Marsîlyayê cihê ku herî zêde welatiyên Ermenî lê dijîn, ji aliyê Navenda Civak Kurd a Demokratîk, Koordînasyona Ermeniyên Başûrê Fransa, Solîdarîte û Komeleya Lîberte li salona konserê ya Docks Des Sud şeveke ya piştgiriyê hate organîzekirin.
Di şevê de namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê Gora Paylan, Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Eyup Dorû, Parlementerê Desthilata Marsîlyayê En Marche (Meş) Francoîs Michel Lambet, Parlemeterê Partiya Komunîst a Marsîlyayê Pîerre Dharevîlle, Seroka Komeleya Solîdarîte û Lîberete Annîck Samoûelîan, Serokê Koonfederasyona Ermeniyên Başûrê Fransa Aûrore Brûna li gel Endamê Têkiliyên Karê Derve yê NCDK Salih Azad amade bûn û axivîn.
REÎMS
Li bajarê Reîms ê Fransayê jî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Reîmsê ve ji bo piştgirîkirina HDP’ê û meha Remezanê xwarinek hate dayîn. Di xwarinê de li gel Şûreya CÎK’ê û kesên nasyar, dîsa malbatên şehîdan, nûnerê NCKD a Reîmsê Enver Akdenîz li gel Hevserokê Dîwana KCD-E Mûrat Çeylan amade bûn.
Di axaftinên hatin kirin de, Îslam li gel kesên mezlûm cih digire û banga xwedî li HDP’ê hate kirin û li dijî zilmê divê bê rawestan hate kirin.